HDP bi du mercan piştgiriya sîstema serokatiyê dike
Berî niha Partiya Neteweperest a Tirkiyê( MHP ) jî razîbûna xwe li ser vê projeyê daye.
K24-Navenda Nûçeyan
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Kadri Yildirim ragehand ku, bi du mercan ewê deng ji ser sererastkirina destûrê ji bo sîstema serokatiya bidin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û partiya wî Partiya Dad û Geşepêdanê hewla sererastkirina destûra Tirkiyê û gorîna sîstema hikûmranî ji parlemanî bo serokatiyê didin û MHP (Partiya Neteweperest a Tirkiyê) ji razîbûna xwe li ser vê projeyê daye.
Ji aliyê xwe ve Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Kadri Yildirim bo K24ê ragehand ku, ew bi du mercan ewê deng ji ser sererastkirina destûrê ji bo sîstema serokatiya bidin.
Kadri Yildirim amaje dike ku eger mafê perwerde û xwandinê bi ziman Kurdî ji bo Kurdan bidin û di destûrê de jî diyar be û di çarçoveya dewletê Tirkiyê de jî, bo ku kurd bikarin xwe îdare bikin pergaleke bidine Kurdan , wê HDP bi sîstema serokatiyê razî be û ji bo vê yekê deng bide.