PDK û YNK li Silêmaniyê dicivin
Şandeke bilind ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî serdana bajarê Silêmaniyê dike û destpêkê ligel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û piştre ligel Tevgera Goranê bicive.
K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê ragihand, şanda PDKê gihêşt navenda Pîlotbîroya YNKê û niha civîna wan herdu aliyan dest pê kir.
Herwiha biryar e jî, şanda PDKê ligel YNKê bicive û demjimêr 2:00 jî ligel Tevgera Goranê bicive.
Di 20 Mijdarê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de ji aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re, daxwaz kir, aliyên siyasî bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî guftûgo bikin.
Piştî peyama Barzanî, PDKê wek destpêşxerî şandeke xwe bo wê mebestê dest bi serdana aliyên siyasî kir, niha jî şandeke PDKê li bajarê Silêmaniyê ye û ligel YNKê û Tevgera Goranê dicive.