PDK dixwaze peyama Barzanî bibe projeya hemû partiyan

Piştî civîna îro ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê, her yek ji Sekreterê Pîlotbîroya PDKê Fazil Mîranî û Berpirsê Desteya Karîger ya YNKê Mela Bextiyar konferanseke rojnamegerî lidar xistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî civîna îro ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê, her yek ji Sekreterê Pîlotbîroya PDKê Fazil Mîranî û Berpirsê Desteya Karîger ya YNKê Mela Bextiyar konferanseke rojnamegerî lidar xistin.

Di destêpêka konferansê de Mela Bextiyar ragihand, civîna îro baş bû, piştî 6 mehan bi fermî bi hev re civiyan û li ser peyama Barzanî û pêwendiyên di navbera PDK û YNKê û hemû aliyên siyasî û rewşa xizmetguzariya xelkê û tevahiya pirsgirêkên Herêma Kurdistanê guftûgo kirin, guftûgo baş erênî bûn û hemû pirsgirêk hatin behskirin, lê di civîn de ti biryarek nehat dayîn.

Piştre Mîranî got: “Peyama Serok Barzanî peyama me ye. Bi YNKê re dîrokeke hevbeş heye cuegrafiya me heye û herdu jî hev digirin, di destkeftan de em hemû hevbeş in û di pirsgirêkan de jî berpirsatiya PDK û YNKê zêdetir in. Bê civîn jî pêwendî berdewam bûn û axaftin bi hev re kirine.”

Herwiha Mîranî got: “Kar bo yekê dikin, ku piştî aştiyê biçine qonaxa rêkeftinan, bê ku îradeyê li ser hev ferz bikin.”

Mîranî got jî: “Em hatine ligel hemû partiyan projeya Barzanî ku proja me ye, bikine projeya hemû aliyekî, bo avakirina mîkanîzmên cibicîkirinê û hemû aliyan jî pêşwazî lê kiriye.”

Herwiha Mela Bextiyar got: “Peyama Barzanî karekî baş e û di vê civînê de ti biryar nehat dayîn, çaverê ne ku biraderên PDKê biçin ligel Tevgera Goranê bicivin û derbarê çawaniya karkirin bo avakirina mîkanîzmên cibicîkirina guhartinan diaxivin. Ji ber ku peyama Goranê jî baş bû, ku amadehiya xwe bo destberdana posta Serokatiya Parlementoyê derbirî bû.”

Herwiha Mela Bextiyar got: “berê projeyeke YNKê hebû û di rojên bê de jî projeyekê amade dikin û pişt bi projeya berê dibestin bo destkariyê.”

Biryar e îro jî, li bajarê Silêmaniyê şanda PDKê ligel Tevgera Goranê û Tevgera Îslamî bicive.