PDK û Tevgera Goranê li Silêmaniyê dicivin
Li bajarê Silêmaniyê niha civîna Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê dest pê kiriye, piştî zêdetirî salekê ji pirsgirêkên siyasî di navbera herdu aliyan de, ku bûbû sedema qutbûna pêwendiyan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Silêmaniyê niha civîna Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê dest pê kiriye, piştî zêdetirî salekê ji pirsgirêkên siyasî di navbera herdu aliyan de, ku bûbû sedema qutbûna pêwendiyan.
Şanda PDKê bi serokatiya Sekreterê Pîlotbîroya PDKê Fazil Mîranî ku îro bo civîna ligel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goranê û Tevgera Îslam serdana Silêmaniyê kiribû, dixwaze ligel aliyên siyasî derbarê peyama Serokê Herêma Kurdistanê guftûgo bike.
Tevgera Goranê bê amadebûna Rêkxerê Giştî Newşêrwan Mustefa bi şandeke ji 5 serkirdeyan pêk tê (Omer Seyid Elî, Celal Cewher, Cemal Hacî Mehemed, Dr. Îsmaîl Namiq, Dr. Mehemd Elî) pêşwaziya şanda PDKê kirin û pê re di civînê de ne.
Tê gotin ku Newşêrwan Mustefa desthilatên xwe dane Omer Seyid Elî, ji ber ku ji 2 Îlona borî ve ji ber nexweşiyê li Brîtanyayê ye.