Li 7 gundên Diyarbekirê qedexe rabû
Li navçeyên Diyarbekirê, Licê,Hênê û Karazê li 7 gundan ji bo lidarxistina operasyonan dijî endamên PKK’ê roja 18’ê Berfanbarê qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin. Ji parêzgeriya Diyarbekirê hate ragigahndin ku ew qedexe hatine rakirin.
K24 – Diyaebekir
Li navçeyên Diyarbekirê, Licê,Hênê û Karazê li 7 gundan ji bo lidarxistina operasyonan dijî endamên PKK’ê roja 18’ê Berçele qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin. Ji parêzgeriya Diyarbekirê hate ragigahndin ku ew qedexe hatine rakirin.
Di roja 18’ê Berçele li Licê 2, li Hênê 3 û li Karazê jî 2 bi tevahî li 7 gundan ji bo operasyonên leşkerî û parastina can û malên sivîlan ji 05.00’ê sibê pê ve qedexeya derketina kolanan ji aliyê parêzgeriya Diyarbekirê ve hatibû ragihandin.
Îro Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku, ji demjimêr 09.00’ê pê ve qedexeyên li 7 gundên Licê,Hênê û Karazê hatine rakirin. Parêzgeriya di daxuyaniya xwe de spasiya xelkê devera qedexeyê kir ku ew li gorî qedexeyê tevgeriya ne.