Nivîskarên Kurd piştgirîya serxwebûnê dikin
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê bi nameyan ji bo Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo Serxwebûna Kurdistanê diyar kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê bi nameyan ji bo Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo Serxwebûna Kurdistanê diyar kirin.
Di nameya ji bo Serokê Kurdistanê de Nivîskarên Kurd li Swêdê diyar dikin: Birêz serokê Kurdistanê, Komeleya me hewildanên tevgera neteweyî, hukumeta Kurdistanê û cenabê we yên ji bo serxwebûna Kurdistanê, weke hewildanên sererastkirina dîrokê dinirxîne. Ji ber ku pêwîstî bi sererastkirina vê neheqiya dîrokê heye.
Ev jî deqa tevayiya nameya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê ye:
Serokê Kurdistana Federal, birêz Mesud Berzanî
Rewşa navneteweyî û neteweyî ya Kurdistanê kês û firsendên zêrînî radestî neteweya Kurd dike. Ev kês û derfetên hêja rê li pêşîya serxwebûna başûrê Kurdistanê vedikin. Îro başûrê Kurdistanê ji her demê bêtir nêzîkî serxwebûnê ye.
Serxwebûna Başûrê Kurdistanê wê bibe destkeftî û serbilindîya hemû Kurdistanîyan û wê xebat û tekoşîna ji bo mafên neteweyî, demokrat û serxwebûna beşên din yên Kurdistanê jî bihêztir bike.
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê bi hemû vîn û hestên xwe, piştgirîya tekoşîna doza neteweyî, demokratîk û serxwebûna Kurdistanê dike. Di vê çarçeweyê de, em xebat û hewildanên tevger, desthilatiya Kurdîstana Federal û cenabê we ya ji bo serxwebûna başûrê Kurdistanê gelekî bi nirx û pîroz dibînin; herweha em bi hemû hêz û hestên xwe piştgirîya vê xebat, têkoşîn û hewldanê dikin.
Birêz serokê Kurdistanê
Komeleya me hewildanên tevgera neteweyî, hukumeta Kurdistanê û cenabê we yên ji bo serxwebûna Kurdistanê, weke hewildanên sererastkirina dîrokê dinirxîne. Ji ber ku pêwîstî bi sererastkirina vê neheqiya dîrokê heye. Neteweya Kurd bi serxwebûna Kurdistanê, dê vê neheqî û nexşeya ku li dijî îradeya miletê Kurd pêk hatiye biguherîne. Kurdistana Federal ji nuha ve, ji bo neteweya Kurd û kêmneteweyên Kurdistanê mizgîna dewlet û civatek pirreng, pirdeng, pirkulturî û pirolî ye.
Em hêvîdar in ku, ev hewldanên ji bo serxwebûna Kurdistanê bi hevkarî û yekgirtina neteweya Kurd li başûrê Kurdistanê bi encam bibe. Ji ber ku îro pêdivîya neteweya Kurd ji her demê bêtir bi hemahengîyeke yekgirtî heye.
Neteweya Kurd li welêt û li derveyî welêt, bi kelecanek mezin li benda îlankirina serxwebûna başûrê Kurdistanê ye.
Bi hêviya serxwebûna başûrê Kurdistanê ji bo hemû perçeyên Kurdistanê bibe destpêka welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk, di xebat û têkoşîna we ya di vî warî de serkeftinê dixwazin û li benda mizgînek pîroz in!
Bijî xebat, têkoşîn û hewildanên ji bo serxwebûna Kurdistanê!
Bijî Kurd û bijî Kurdistan!
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê