PDK-S: Endamekî me di rewşeke ne diyar de hate şehîdkirin
PDK-S li Efîrnê dibêje, endamekî wê partiyê yê 65 salî bi darê zorê bo lekeriya neçar hate birin û di rewşeke ne diyar de hate şehîdkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
PDK-S li Efîrnê dibêje, endamekî wê partiyê yê 65 salî bi darê zorê bo lekeriya neçar hate birin û di rewşeke ne diyar de hate şehîdkirin.
Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li Efrînê di daxuyaniyekê de ragihand, ku endamê wê partiyê Ezet Mihemed Xelîl yê 65 salî roja 19 Berçele bi darê zorê ji aliyê Hêzên Cewherî ve bo leşkeriya neçar hate birin, duh jî di rewşeke nediyar de li gundê Til Ecarê şehîd bû.
Di daxuyaniya PDK-Sê de hat, ku Ezet Mihemed Xelîl di encama şewitandina kona wî de li gundê Til Ecar ya di bin kontrola YPGê de canê xwe jidest da, herwiha hejmareke din jî birîndar bûbûn û bo nexweşxaneyên Helebê hatibûn veguhastin.
PDK-Sê berpirseyatiya wê bûyerê dixe stûyê desthilata ku li Rojavayê Kurdistanê heye û radigihîne ku, bi siyast û kiryarên xwe aştiya civakî têk dide.
PDK-Sê bang li hemû rêxistinên yasayî, navdewletî, hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî kir, ku lêkolînê di bûyera şehîdkirina Ezet Mehemd Xelîl de bikin û fişarê jî li Rêveberiya Xweser bikin, da ku kiryarên wê yên ne berpirsyar rawestînin.
Ji aliyê xwe ve, Navenda Demokratiyê bo Mafên Mirovan li Kurdistanê di daxuyaniyekê de berpirseyatiya kuştina Ezet Xelîl Mihemed xiste stûyê YPGê de û jê daxwaza aşkerekirina sedem û rewşa kuştina wî mirovî 65 alî kir, ku mirovekî bi vî temenî bo leşkeriya neçar tê birin.
