3 şaredarên DBP yên navçeyên Bedlîsê hatin girtin

Şaredarên DBP'ê yên navçeyên Modkî, Xîzan û Yolalan yên Bedlîse hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şaredarên DBP'ê yên navçeyên Modkî, Xîzan û Yolalan yên Bedlîse hatin girtin.

Şaredarê Modkî Ozcan Bîrlîk, yê Xîzanê Îkram Ugur û yê Yolalanê Felemez Aydin ku 14'ê vê mehê bi fermana Serdozgerê Bedlîsê hatibûn binçavkirin, îro derketin pêşberî dadgehê.

Şaredar bi tometa, endamtiya rêxistina terorê, bi navê rêxistinê beşdarkirina çalakiyan û alîkarî kirinê hatin girtin.

Şava din jî şaredarên Baykan û Weyselqeraniya Sêrtê hatibûn girtin.

Hevserokê DBP Kamûran Yuksek di bernameya K24ê de da xuyakirin, heta niha 60 şaredarên wan hatine girtin.