Fermandarekî Pêşmegeyên HDK şehîd bû

Peyamnêrê K24ê li Koyê ragihand teqînek li ber avahiya Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) ya Rojhilat rû da, di encamê de 6 kes şehîd bûn û 12 birîndar hene. Yek ji şehîdan Fermandarê hêza Pêşmergeyên wê partiyê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Koyê ragihand teqînek li ber avahiya Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê - Îran (PDKÎ) rû da, di encamê de 6 kes şehîd bûn û 12 birîndar hene. Yek ji şehîdan Fermandarê hêza Pêşmergeyên wê partiyê ye.

Ew teqîn di demekê de bû, ku rêwresma Şeva Yelda li avahiya Navendî ya PDKÎ ya bi navê (Kelat) naskirî ye birêve diçû.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, teqîn 2 bombe bûne, yek di tenekeya çopê ya li pêş avahiyê de hatiye teqandin, yan duyem jî piştî ku Pêşmerge hatine cihê bûyerê teqiya ye. Di encama herdu teqînan de 7 kes şehîd bûn û 12birîndar hene, yek ji şehîdan Fermandarê hêza Pêşmergeyên wê partiyê ye.

Niha hêzên ewlehiyê cihê bûyerê dorpêç kirine û tedabîrên ewlehiyê yên tund girtine.

Peyamnêrê K24ê amaje kir, ku tîma K24ê berî teqînê li wê cihî bûye û berî teqînê bi çend xulekan ji wî cihî çûye.