2 teqîn li pêş avahiya HDKê li Koyê rû dan

Peyamnêrê K24ê li Koyê ragihand teqînek li ber avahiya Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) ya Rojhilat rû da, di encamê de 3 kes şehîd bûn û hejmarek birîndar hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Koyê ragihand teqînek li ber avahiya Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê - Îran (PDKÎ) rû da, di encamê de 3 kes şehîd bûn û hejmarek birîndar hene.

Peyamnêrê K24ê diyar kir, birîndar bo nexweşxaneya harwarçûnê ya Koyê hatin veguhastin.

Ew teqîn di demekê de bû, ku rêwresma Şeva Yelda li avahiya Navendî ya PDKÎ ya bi nave (Kelat) naskirî ye birêve diçû.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, teqîn 2 bombe bûne, yek di tenekeya çopê ya li pêş avahiyê de hatiye teqandin, yan duyem jî piştî ku Pêşmerge hatine cihê bûyerê teqiya ye.

Di encama herdu teqînan de 3 kes şehîd bûn û hejmarek birîndar hene.