Di nava Mazlûm Derê de çi dibe?

Piştî kongreya giştî ku bi nîqaş derbas bû şaxa Enqerê ya Mezlûm-Derê jî kongreya xwe pêk anî. Di kongreya Enqerê ya Mazlûm-Derê de şer û pevçûnan rû neda lê ji aliyê asiyasî ve rexê rêveriya nû û opozîsyonê hev tawanbar kirin.

 

K24 – Enqere

Piştî kongreya giştî ku bi nîqaş derbas bû şaxa Enqerê ya Mezlûm-Derê jî kongreya xwe pêk anî. Di kongreya Enqerê ya Mazlûm-Derê de şer û pevçûnan rû neda lê ji aliyê siyasî ve rexê rêveriya nû û opozîsyonê hev tawanbar kirin.

Piştî kongreya giştî ya Mazlûm-Derê ku di 19ê Adara 2017an çû serî di vê rojê de nîqaşên mezin rû dan. Şaxa Stenbolê û Navenda Giştî ji hev veqetiyan. Di wê roja kongreye de bi lezgînî biryar hate standin ku 16 şaxên vê komeleyê yên li Kurdistanê bêne girtin digel şaxa herî mezin ya li Diyarbekirê. Vê biryarê kir ku di nava Mazlûm Derê de rê li ber nîqaşên siyasî veke. Li gorî rêveberiya berî qeyyûmê hikûmetê darbe di nava Mazlûm-Derê de pêk aniye. Li gorî rêveberiya nû jî ew îdia bêbinî ne û ti eleqeya van biryaran û guherîna rêveberiyê bi darbeyê re nîn e.

Ramazan Beyhanê Serokê Giştî yê Mazlûm-Derê ku di serdema rêveberiya qeyyûm de bû serokê komeleyê diyar ku ew ne rexê hikûmetê ne, ne jî yê muxalefetê.

Ramazan Beyhan ji K24ê re axivî û got: “Em qebûl nakin ku me bi rexgirtina hikûmetê sûcdar dikin. Em ji meha berfanbarê, ji wê raporta Silopiya ve li dij vê reveberiya berê derdikevin. Girtina 16 şaxên vê komeleyê jî ne biryareke siyasî. Gelekê ji wan jî jixwe ne şax bûn. Hindekên ku hatin asêkirin jî ji ber raportên xwe yên ku tê de şêwaza siyasî bikaranîne û nasnameya Mazlûm-Derê têk birine.”

Kongreya Mazlûm-Derê ya Enqerê ku li Weqfa Çandê ya Lêkolînê birêve çû de jî nîqaşên siyasî hebûn. Namzetê muxalefetê ku di kongreye de 85 rey standin û bi ser neket Emre Berber got; “Ligel ku raporta me ya Cizîrê bi hevkariyeke fireh hatiye amadekirin û gelekî adilanebû jî Serokkomar Erdogan gotiye ‘ew kesên ev rapor amadekirine wê hisabê vê yekê bidin.’ Piştî vê daxuyaniyê jî ev rewşa aloz di nava Mazlûm-Derê peyda bûye û derbarê raporta Cizîrê de doz li dij wan hatiye vekirin.

Rêveberê mazlûm-Derê û Namzetê Şaxa Enqerê yê muxalefetê Emre Berber got: “Mahkemê qayûm tayînî Mazlûm-Derê kir. Vê şandeya qeyyûmê jî bi lezgînî biryara kongreya rewşa awarte girt. Bi vê biryarê re di kongreya 19ê adarê de şikestineke mezin pêk hat. Asil mesele nîqaşên li ser raportên ku derbarê Kurdistanê de têne amadekirin derdikeve.”

Di kongreya Mazlum-Derê ya Enqerê de Abdurrahman Unlu 144 rey wergirtin ji 230 reyên ku hatin bikaranîn û ji nû wek serokê Şaxa Enqerê hat hilbijartin.   

Serokê Şaxa Mazlûm-Derê yê Enqerê Abdurrahman Unlu jî dibêje: “Em li dij navendê derketin sedema wê jî ji ber ku navend ber bi şêwazeke polîtîk ve diçû. Mazlûm-Der da ku karibe karê xwe yê adil bike, pêwîst e ji gotinên polîtîk û nirxandinên subjektîf dur bikeve. Ev komele di her şert û mercî de divê şahidiyeke dadyane bike. Li dijî zalim li rex mazlûman divê cihê xwe bigire. Hinek der û dor Mazlûm -Derê bi desthilatê ve têkîldar didin nîşan ev şaş e xwezî ev yek nehata kirin.”

Mazlum-Der di sala 1991an hate damezrandin. Ji wê demê heta niha derbarê mafên mirovan de gelek raportên giring amade kirin. Bi kêşeya Kurdî re jî ji nêzîk ve eleqedar dibû di warê binpêkirina mafên mirovan de. Dirûşmeya wê ya herî tê zanîn ya Mazlûm-Derê jî ev bû; Li dij zaliman, li rex mazlûman. Piştî van nîqaşan herkes meraq dike gelo wê Mazlûm-Der li pişta wê dirûşmeya xwe rawest e an na?