Tirkiyê navçeyên sînorî yên Başûr bombebaran dike

Firokeyên şer û Topaxaneya Tirkiyê îro gelek binke û baregehên PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên şer û Topaxaneya Tirkiyê îro gelek binke û baregehên PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

Topxaneya Tirkiyê binkeyên PKKê li devera Sindî ya li qezaya Zaxo topbaran kir, ku dikevin derdora gundên Mêreşîş û Dêreşîşê.

Ji aliyekî din ve, Peyamnêrê K24ê ragihand, îro firokên şer yên Tirkiyê baregehên PKKê li gund Heftenîn bombebaran kir.

Fermandarê Pasewanê Sînor Eqîd Dilêr Zêbarî ji K24ê re ragihand, Firokeyên şer yên Tirkiyê baregehên PKKê li çiyayê Metîn, devera Nehêlê û gundê Sergelê bombebaran kir.

Ji aliyekî din ve, firokeyên Tirkiyê îro  binke û baregehên PKKê li çiyayên Qendîlê bombebaran kir.

Herwiha firokeyên Tirkiyê çiyayê Dêrê ya li qezaya Amêdiyê jî bombebaran kir.

Tirkiyê navçeyên sînorî yên Başûr bombebaran dike
Tirkiyê navçeyên sînorî yên Başûr bombebaran dike
Tirkiyê navçeyên sînorî yên Başûr bombebaran dike
Tirkiyê navçeyên sînorî yên Başûr bombebaran dike