Amerîka: Kerta gaza Kurdistanê derfeteke bihêz a veberhênanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê di raporta xwe ya salane ya derbarê rewşa veberhênanê li Iraqê de ragihand, Herêma Kurdistanê ji bo veberhênana biyanî xwedî derfetên mezintir û jîngeheke vekirîtir e, lêbelê li seranserî Iraqê gendelî, bîrokrasî û astengiyên ewlehiyê rê li ber veberhênanê digirin.
Nivîsgeha Karûbarên Aborî û Enerjiyê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê raporta xwe ya salane ya derbarê "Zemîna Veberhênanê li Iraqê bo Sala 2026an" belav kir. Di raportê de hatiye destnîşankirin ku her çend sektorên enerjî, çandinî, pîşesazî û teknolojiyê derfetên mezin li xwe digirin jî; gendelî, bîrokrasiya zêde, lawaziya sîstema darayî û kêşeyên ewlehiyê di serê wan astengan de ne ku rûbirûyî veberhênêran dibin.
Li gorî raportê, hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Elî Zeydî hewl daye hemecurkirina çavkaniyên dahatê û bihêzkirina pêwendiyên bazirganî bi kompaniyên Amerîkî û rojavayî re bixe rojeva xwe ya sereke, lê bidestxistina encamên berbiçav hîn jî girêdayî pêkanîna çaksaziyên berfireh ên îdarî, yasayî û darayî ye.
Di raporta Washingtonê de tê diyarkirin ku guherîna berdewam a yasa û rênimayan, alozbûna rêkarên tomarkirina kompaniyan û gumrikê, bilindbûna bacan û nebûna mekanîzmayeke bihêz ji bo çareserkirina nakokiyên bazirganî, barê kompaniyên biyanî giran kirine. Herwiha kêmbûna şefafiyetê, berdewamiya qeyrana elektrîkê û gendeliya di dabeşkirina girêbest û destûrên hikûmetê de, bûne sedema derengketin û bilindbûna lêçûna projeyan.
Herwiha hat ragihandin ku tevî xwedîbûna yedekeke mezin a petrol û gazê, Iraq hîn nikare elektrîka pêwîst bo navxwe dabîn bike, ev yek jî derfetê dide kompaniyên biyanî ku di nûjenkirina santralan û kişandina gazê de beşdar bibin. Di sala 2025an de jî Iraqê bi buhayê 107 milyar dolar kelûpelên Amerîkî di warên çandinî, firoke, amûr û alavên parastinê de hawirde kirine.
Raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê kerta gaza xwezayî, bi taybetî li Herêma Kurdistanê, wekî derfeteke pir girîng û bi bereket bi nav dike. Lê tekez dike ku sûdwergirtina ji vê derfetê pêwîstî bi zelaliya yasayî, çareserkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û piştrastbûna ji dayîna heqdestên darayî yên kompaniyên petrolê bi şêweyekî rêkûpêk heye.
Derbarê mafê xwedîtiyê de, raport balê dikişîne ser cudahiya Herêma Kurdistanê û rêveberiya federal:
Li Iraqê: Biyanî bi gelemperî dikarin tenê heta 49%ê pişka kompaniyên navxweyî bidest bixin.
Li Herêma Kurdistanê: Yasa rê dide ku biyanî di piraniya projeyan de bibin xwediyê %100ê pişk û sermayeyê, ev yek jî Herêmê dike cihekî vekirîtir û balkêştir ji bo sermayedaran, tevî hebûna pirsgirêkên gumrikî ligel Bexdayê û mercê damezrandina 75%ê hêza kar a herêmî.
Her çend yasaya veberhênanê ya Iraqê heta 10 salan lêborîna bacê pêşkêş dike jî (baca asayî 15% e û bo petrolê digihîje 35%), astengiyên îdarî rê li ber derxistina hêsan a qazancê bo derveyî welat digirin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyarî da ku piştrestbûna zêde ya aboriya Iraqê bi danûstandinên neqdî û xistina nû ya navê Iraqê di lîsteya reş a Koma Çalakiya Darayî (FATF) de di Hezîrana 2026an de, nîşaneya kêmasiyan e di rûbirûbûna spîkirina pereyan de, ev jî baweriya bankên navneteweyî qels dike.
Herwiha çalakiya berdewam a komên çekdar û êrîşên ku di dema aloziyên herêmî de li dijî berjewendiyên biyanî tên kirin, wekî metirsiyeke berdewam a ewlehiyê li pêşberî veberhênanê hatine tomarkirin.
Di dawiya raportê de hatiye destnîşankirin ku şiyaneke mezin a Iraqê heye ji bo kişandina veberhênana biyanî, lê ev yek tenê bi rêya nehîştina gendeliyê, serxwebûna dadweriyê, çaksaziya bankî û pabendbûna bi peymanên navneteweyî dibe rastiyeke berbiçav.