Ziyanên ji bombebarana êrîşa Tirkiyê encam dane

Ji ber bombebarana firokeyên şer yên Tirkiyê li ser binke û baregehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Berxwedana Şingal (YBŞ) ziyaneke mezin gihêştiye wan pêgehan, li gor medyayên nêzîkî PKKê belav kirine, radyoya “Dengê Rojava” ketiye ber wê êrîşê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber bombebarana firokeyên şer yên Tirkiyê li ser binke û baregehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Berxwedana Şingal (YBŞ) ziyaneke mezin gihêştiye wan pêgehan, li gor medyayên nêzîkî PKKê belav kirine, radyoya “Dengê Rojava” ketiye ber wê êrîşê.

Herwiha li gor zanyariyan, 5 binkeyên YBŞ li navçeyên Şingalê hatine armanckirin.

Radyoya “Dengê Rojava” ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hate bombebarankirin
Radyoya “Dengê Rojava” ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hate bombebarankirin

Li gor zanyariyan, di encama êrîşên li ser navçeya Qereçox de ziyanên canî bûne û hin kesan canên xwe jidest dane û û hin jî birîndar bûne.

Rêveberê Asayişa Şangalê Qasim Simo ji K24ê re ragihand, baregehên PKKê li Çiyayê Şingalê û Geliyê Kersê û li geliyê Şingalê hatin bombebarankirin.

Herwiha ragihand jî, baregeheke hêza Pêşmergeyên Kurdistanê jî bi ber wê bombebaranê ket û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 7 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Cîgirê Rêveberê Nexweşxaneya Firyadê ya Dihokê Dr. Ebdulah ragihand, 4 birîndar gehêştine wê nexweşxaneyê.

Ji aliyekî din ve, Berpirsê YBŞê Mezlom Şingalî ragihand, “Di encama bombebarana firokeyên Tirkiyê de şehîdek û 5 birîndarên me hene.”

Şeva borî û îro berbangê, firokeyên şer yên Tirkiyê binke û baregehên YPG û YBŞê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bombebaran dikin û li gor ajansên nûçeyan yên nêzîkî YPGê, 26 firokeyên şer di êrîşê de beşdar bûn.

Bombebaranê, Çiyayê Şingalê, Qerçox û 4 gundên derdora bajarê Dêrîka Rojavayê Kurdistanê kirine armanc û ligel daxuyaniyeke YPGê kuştî û birîndar hene.

Berpirsên Tirkiyê dibêjin, heta ku gefên terorê li ser Tirkiyê hebin, dê operasyon bênavber berdewam bikin û hêzên wan ji bo operasyona Iraq û Sûriyê amede ne

Derbarê bombebaranê de Hevserokê PYDê Salih Mislim ragihand, “Me pêşbînî dikir ku Tirkiye Rojavayê Kurdistanê bombebaran bike, lê pêwîst e hevpeymanên me li ser bombebarana Tirkiyê bêdeng nemînin.”