Li Efrînê di navbera hêzên Tirk û YPGê de şer derket
Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di navbera YPG û hêzên Tirkiyê de şer derket.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di navbera YPG û hêzên Tirkiyê de şer derket.
Çavkaniyeke li Efrînê ji BasNewsê re gotiye, îro danê sibê li artêşa Tirkiyê û hêzên YPGê li ser sînor li hev dan.
Wî jêderî da zanîn ku artêşa Tirkiyê li çeperên YPGê yên li gundên Firfirka, Qerebaba û Pira Heşarkê li devera Reco ya Efrînê daye ber topan piştî wê dengê fîşekan jî hatiye bihîstin.
YPGê jî ragihandiye ku wan bersiva êrişên artêşa Tirkiyê dane û heta niha jî şer didome.
Artêşa Tirkiyê ji beriya demkê ve hêza xwe ya leşkerî li dirêjahiya sînorê navçeya Bilibilê, navçeya Şiyê û navçeya Cindirêsê zêde dikir. Artêşa Tirk her wiha riyên veşartî û pirên ji çemento li ser sînor ava kiriye.