Artêşa Tirkiyê gundên Efrînê dide ber topan
Li navçeyên Raco û Şiyê yên Efrînê şer di navbera hêzên Tirkiyê û Yekîneyên Parstina Gel (YPG) ji duh ve derketiye. Artêşa Tirkiyê îro gundên Efrînê yên sînorî dide ber topan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeyên Raco û Şiyê yên Efrînê şer di navbera hêzên Tirkiyê û Yekîneyên Parstina Gel (YPG) ji duh ve derketiye. Artêşa Tirkiyê îro gundên Efrînê yên sînorî dide ber topan.
Çalakvanên ji Efrînê ji K24ê re ragihandin, ji duh ve şer di navbera hêzên Tirkiyê û YPGê li navçeyên Raco û Şiyê yên Efrînê derketiye. Îro jî artêşa Tirkiyê Qermitliq, Çeqela, Memila, Qerebaba, Firfirkê û pira Heşerkê daye ber topan.
Ji aliyê xwe ve, medyayên nêzîkî PYDê ragihandine, YPGê panêzreke Tirkiyê li navçeya Şiyê rûxandiye û kuştî û birîndarên artêşa Tirkiyê jî hene.
Tê zanîn ku, duh jî artêşa Tirkiyê li çeperên YPGê yên li gundên Firfirkê, Qerebaba û Pira Heşarkê li devera Reco ya Efrînê dabû ber topan. Ji aliyê xwe ve, YPGê jî ragihandiye ku wan bersiva êrîşên artêşa Tirkiyê dane.
Artîşa Tirkiyê ragihandibû, duh ji aliyê Efrînê bi hewan êriş li binkeyeke leşkerî ya navçeya Hassa ya Hatayê hatiye kirin, wan jî bi tundî bersiv daye.