K24 wêneyên belavbûna hêzên Amerîkî li ser sînor belav dike

Hêzên Amerîkî li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de belav dibin, da ku çavdêriya ewlehî û aramiya sînor bikin, ji Dirbêsiyê ta bi Kobanê.

 

K24 – Qamişlo

Hêzên Amerîkî li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de belav dibin, da ku çavdêriya ewlehî û aramiya sînor bikin, ji Dirbêsiyê ta bi Kobanê.

Li gor zanyariyên K24ê ev hêz li ser herêman dabeş dibin, beşek ji Dirbêsiyê ta Serê Kaniyê, beşê din ji Serê Kaniyê ta Girê Spî û beşek jî ji Girê Spî ta Kobanê.

Endamê YPG Rêber derbarê belavbûna hêza Amerîkî li ser sînor de ji K24ê re ragihandibû: “Piştî dewleta Tirkiyê navendên YPGê bombebaran kirin, herwiha toparana wê jî li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam e, hêzên Amerîkî hatin da ku rewş bişopîne û êrîşa Tirkiyê rawestîne.”