Erdogan belgeya girêdana YPG bi PKKê ve dide Trump

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, heger Tirkiye û Amerîka bi hev re yekrêziyê bikin, dê Reqayê bikin goristana DAIŞê û ji bo ku Amerîka hevpeymaniyê ligel YPGê neke, dema ew serdana Washingtonê bike, dê belgeya pevgirêdana YPG û PKKê bide Trump.

K24 – Navenda Nûçeyan

Erdogan duh li Stenbolê di gotarekê de ragihand, heger Amerîka û Tirkiyê yekrêziyê bikin, dikarin Reqayê bikin goristan.

Axaftinên Erdogan di demekê de ye, ku her yek ji Enqere û Washingtonê steratîjiya wan ya cuda derbarê Sûriyê de hene, ku pişt pê bibestin, ji ber ku hîn navçeyeke fereh li Sûriyê di bin destê DAIŞê de ye.

Washington piştevaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike, ku hêza sereke ya HSDê ye. HSD hêzek e ji hevpeymaniya grûpên Kurd û Ereb pêk tê û di şerê li dijî DAIŞê de, Amerîka piştevaniyê dide wê hêzê.

Lê Tirkiye, YPGê bi ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve dizane, ku ji sala 1984an ve li dijî Tirkiyê di şerekî çekdarî ye, Enqere û hin ji welatên rojava wê hêzê bi “Terorist” binav dikin.

Erdogan her cureyeke beşdariya YPGê di operasyona kontrolkirina Reqayê de red dike.

Erdogan ku di navîna meha Gulanê de bo hevdîtinê ligel Serokê Amerîka Donald Trump bike, serdana Washingtonê dike.

Erdogan duh ragihand, di deme serdana wî bo Washingtonê de belgeyên girêdana PKK û YPGê dide Serokê Amerîka Donald Turmp, da ku Amerîka hevpeymaniyê ligel YPGê neke.