Barzanî: Hikûmet û gelê Îtalyayê di rojên teng de piştevaniya gelê Kurdistanê û Pêşmerge bûn

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, “Hikûmet û gelê Îtalyayê di rojên teng de piştevanê gelê Kurdistanê û Pêşmerge bûn.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, “Hikûmet û gelê Îtalyayê di rojên teng de piştevanê gelê Kurdistanê û Pêşmerge bûn.”

Li gor daxuyaniyeke malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Roja duşem 01.05.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima Serena Mûronî Konsola nû ya Îtalya li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de Konsola Îtalya li Hewlêr ku bi mebesta xwenasandinê serdana Serok Barzanî kiribû, destbikarbûna xwe ya li Kurdistanê bi şerefekî mezin zanî û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Îtalya wê yekê xisterû ku hemû hewlên xwe ji bo pêşxistina wan peywendiyan dide. Her wiha ragihand ku welatê wan li piştevanîkirina Pêşmerge û meşq û rahênanê û her wiha ji bo wan Pêşmergeyên li şerê terorê da birîndar bûne pêdana çareseriya pizîşkî de berdewam dibe. Konsola Îtalya pesnê qehremaniya Pêşmerge ya li şerê terorîstan da kir her wiha pêzanînên xwe jî ji bo mîhvandostî û çanda bilinda xelkê Kurdistanê hebû.

Di beranber de Serok Barzanî li erk û karê wê yê nû da hêviya serkeftinê ji bo Konsola Îtalya xwest û spasî gel û Hikûmeta Îtalya kir ku li rojên teng da palpiştê gelê Kurdistanê û Pêşmerge bûn û amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo berev pêşvebirina peywendiyên di navbera her dû aliyan de nîşan da.

Di beşeke din a civînê de Serok Barzanî bi kurtî behsa dîroka gelê Kurdistanê û dewleta Iraqê kir û her wiha ronahî jî xiste li ser proseya referandûm û serbixweyî û peyama aştiyaneya gelê Kurdistanê. Di derbarê vê babetê de Konsola Îtalya li Hewlêr ragihand ku welatê wan palpiştê her hewlek dike ku bibê sedema aramî û aştiyê.