Ji bo parlementera HDPê biryara bi zor veguhestina dadgehê hat dayîn
Ji bo Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Diyarbekirê Sîbel Yîgîtalp, biryara bi darê zorê veguhestina dadgehê hat dayîn. Ji bo Sîbel Yîgîtalp, ji 11 salan heta 28 salan daxwaza cezayê girtîgehê tê kirin û ji ber ku Yîgîtalp tevlî rûniştina doza xwe nebûye, ji aliyê Dadgeriya Diyarbekirê ve biryara bi zor veguhestinê hat dayîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Diyarbekirê Sîbel Yîgîtalp, biryara bi darê zorê veguhestina dadgehê hat dayîn. Ji bo Sîbel Yîgîtalp, ji 11 salan heta 28 salan daxwaza cezayê girtîgehê tê kirin û ji ber ku Yîgîtalp tevlî rûniştina doza xwe nebûye, ji aliyê Dadgeriya Diyarbekirê ve biryara bi zor veguhestinê hat dayîn.
Ji bo Parlementera HDP’ê ya Diyarbekirê Sîbel Yîgîtalp, biryara bi zor veguhestina dadgehê hat dayîn. Sedema vê biryarê wisa hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînên alîgiriya rêxistina çekdarî de doz lê hatiye vekirin û ji ber ku Yîgîtalp tevlî rûniştina dozê nebûye, ji Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Diyarbekirê, biryar hatiye dayîn ku ger Yîgîtalp tevlî rûniştineke din a doza xwe nebe, dê ji bo dadgehê bi zor were veguhestin û doza parlementera HDP’ê piştî vê biryarê hat taloqkirin.