Li 25 deverên Colemêrgê qedexe hate ragihandin
25 gundewarên bajarê Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
25 gundewarên bajarê Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.
Parêzgeriya Colemêrgê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn ku, di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li navçeyên Çêlê, Şemzînan û Geverê 25 gundewar û deverên çiyayî wekî herêmên ewlekariyê yên taybet û leşkerî hatine ragiahandin.
Parêzgeriya Colemêrgê diyar kir ko serdana herêmên ewle heta 15 rojan hatiye qedexekirin.