Rûxandina xaniyan li Elîpaşa û Lalebeyê dest pê kir

Li 2 Taxên Sûra navçeya Diyarbekirê, Lalebey û Elî Paşayê, rûxandina xaniyan dest pê kir. Rûxandina xaniyên vala bi girtina berevaniya ewlehiyeke berfireh dest pê kir û rayedar jî dibêjin ew ê hemû xaniyên li taxê birûxînin. Niştecihên herdu taxan jî dibêjin; ya bila ji bo me derfetên guncav peyda bikin yan jî bila xaniyên me xirab nekin.

 

K24 – Diyarbekir

Li 2 Taxên Sûra navçeya Diyarbekirê, Lalebey û Elî Paşayê, rûxandina xaniyan dest pê kir. Rûxandina xaniyên vala bi girtina berevaniya ewlehiyeke berfireh dest pê kir û rayedar jî dibêjin ew ê hemû xaniyên li taxê birûxînin. Niştecihên herdu taxan jî dibêjin; ya bila ji bo me derfetên guncav peyda bikin yan jî bila xaniyên me xirab nekin.

Rakêşiyên valakirin û rûxandina xaniyan li 2 taxên Sûra navçeya Diyarbekirê didome. Li xaniyên ku bi razîkirina xwediyên wan hatine valakirin, di 23’ê Gulanê de rûxandinê dest pê kir. Lê hin niştecihên taxan xaniyên xwe vala nakin û dibêjin; tê xwestin bi pereyê kêm malên wan ji destên wan bên stendin û daxwaz dikin ku derfetên gucav ji bo wan bên bicihkirin.

Cemal Tayvûran jî di sala 1991’ê de gundê wî hatiye şewitandin û ji wê demê de li Taxa Lalebey bi cih bûye. Cemal dibêje; xaniyê wî 2 tebeqe ye û 10 ode ne û ew 4 malbat tê de dimînin, lê pereyê ku hatiye dayîn, tenê 110 hezarê turk e. Cemal Tayvûran radigihîne ku ger pereyê daxwaz dike bidin, dê ew ê jî derkeve.

Niştecihê Taxa Lalebeya Sûrê Cemal Tayvûran ji K24ê re got: “Têkoşîna me, pereyekî kêm dane me, em jî loma dernakevin. Ger ku me razî bikin, em ê jî wekî wan 1400 malbatan derkevin, ji 1500 malî  em 100 mal mane û em jî nabêjin em dernakevin. Em bibêjin em dernakevin jî derew e, em ji wan malbatan çêtir û mêrxastir jî nîn in.”

Li herdu taxan anons tên kirin ku ger xaniyan vala nekin dê karaba û ava wan bê qutkirin. Îro jî av û karaba hat qutkirin û rakêşiyên biçûk di navbera polês û welatiyên taxê de derketin.

Hevserokê Jûra Mîmar û Endezyaran ê Diyarbekirê Şerefxan Aydin jî dibêje; ger ku guherînek bê kirin, divê ew guherîn bi mîmariya bajêr û taxê û daxwazên gel re hevheng be. Ne wiha be ku biryar li Enqereyê bê dayîn û bi darê zorê jî li vir bê ferzkirin. Aydin balê dikişîne ku bi şer û aloziyan welatiyên Sûrê bes xirabiyan jiyane lê niha jî malên wan tên rûxandin.

Hevserokê Jûra Mîmar û Endezyaran ê Diyarbekirê Şerefxan Aydin ji K24ê re wiha axivî: “Helwesta me ji serî de heta niha jî wiha ye, em dibêjin divê li vir çi biryar bê dayîn, gel di nav de be, saziyên civakî û sivîl di nav de bin û saziyên heremî di nav de bin. Encax wisa dikare biryarên hevpar bên stendin.”

Li Lalebey û Elîpaşa yên ser bi Sûrê ve ji sala 2008’an ve projeya nûjenkirinê hatiye danîn. Ji 2014’an ve jî kesên ku xaniyên xwe firotine, ji taxê koç kirine. Niha niştecihên ku mane, pere û derfetên hatine pêşwazîkirin kêm dibîn û daxwaz dikin ku pere û derfetên baştir ji bo wan bên dayîn da ku bikaribin debara xwe bikin.