Hegseth bo K24ê: Em êrîşên li ser Kurdistanê ji nêz ve dişopînin

Pete Hegseth
Pete Hegseth

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Şer ê Amerîkayê ragihand ku hêzên deryayî yên welatê wî ferman wergirtine da ku her belemeleke Îranî ya ku bizavê bike Tengava Hurmizê mîn bike pûç bikin û binav bikin. Herwesa got: "Hîn derfet di destê Îranê de heye ku biryareke aqilane bide."

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth îro (În, 24ê Nîsana 2026ê) di konferanseke rojnamevaniyê de bersiva pirsa Birêvebirê Nivîsîngeha Kurdistan24ê li Waşintonê da û got: "Em ji nêz ve çavdêriya wan êrîşan dikin ên ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin." Tekez jî kir ku armanca pêşiyê ya îdareya Trump ew e ku piştrast bibe Tehran qet nagihîje çekê atomî.

Pete Hegseth herwesa diyar kir ku "Operasyona Hêrsbûna Dastanî" (Operation Epic Fury) kariye di çend hefteyên kêm de encameke leşkerî ya yekalîker bi dest bixe; berevajî şerên demdirêj ên berê yên wekî Viyetnam û Efganistanê. Tekez jî kir ku "hêza deryayî ya rastîn a Îranê niha di kûratiya avên Kendavê de ye" û tiştê mayî tenê çend belemen bilez in ku wekî "çeteyên deryayî" tevdigerin.

Hegseth eşkere jî kir ku qanûnên rûbirûbûnê hatine guhertin û got: "Trump desthilata tam daye Hêzên Deryayî yên Amerîkayê da ku her belemeleke Îranî ya ku bizavê bike mînan di avê de biçîne an rêyê li keştiyan bigire wêran bikin. Fermandarên me fermana 'gulebarankirina ji bo kuştinê’ wergirtiye û em dê qet dudil nebin."

Wezîrê Şer li ser dorpêçên deryayî amaje bi wê yekê kir ku dorpêç gihîştiye asteke cîhanî û heta li herêma Îndo-Pasîfîkê jî dest danaye ser du keştiyên "filîta tarî" (dark fleet) yên Îranê. Heta niha 34 keştiyên Îranî an jî yên ku ber bi Îranê ve diçûn ji aliyê Amerîkayê ve hatine vegerandin. Herwesa got: “Dorpêç dê berdewam û tundtir bibin.”

Hegseth di pareke din a axaftina xwe de jî rexneyên tund li welatên Ewropayê girtin û ragihand ku Amerîka êdî amade nîne ku bi tenê baca parastina ewlehiya deryayî bide. Wî got: "Em ji bo dabînkirina enerjiyê ne hewceyî Tengava Hurmizê ne, belkî Ewropa û Asya hewceyî wê ne. Dema geşta bêpere (Free Riding) bi dawî bû; divê Ewropa li şûna konferansên birîqok, keştiyên şer bişîne û tevlî şer bibe, ji ber ku ev şer ê wan e jî."

Wezîrê Şer tekez jî kir ku armanca sereke ew e ku Îran qet nebe xwediya çekê atomî û got: "Artêşa Amerîkayê ji bo her pêngaveke bê amade û pirçek e. Niha jî top di qada Îranê de ye da ku lihevkirineke cidî bike an jî li benda hilweşîna tam a aboriya xwe bimîne."

Pete Hegseth herwesa got: “Dem ne di berjewendiya Îranê de ye, lê hîn derfet li pêşiya wê heye ku biryareke aqilmane bide.” Tekez jî kir ku Amerîka li benda Îranê ye ku li ser maseya danûstandinan biryareke aqilane bide.