Piştî 20 salan li Filistînê hilbijartin tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyên Filistînî li Kenara Rojava û beşek ji Kerta Xezzeyê, îro Şemiyê (25.04.2026) ji bo hilbijartina nûnerên xwe yên herêmî (şaredariyan) berê xwe dan ser sindoqan. Ev yekemîn proseya dengdanê ye ku piştî şerê dawî yê Xezzeyê tê kirin.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a li Ramallahê, li Kenara Rojava nêzîkî 1.5 mîlyon welatî û li navçeya Dêrelbeleh a Xezzeyê jî 70 hezar welatî navên xwe ji bo dengdanê tomar kirine. Bingehên dengdanê saet 07:00ê sibê deriyên xwe li pêşberî welatiyan vekirin.

Di van hilbijartinan de, lîsteyên girêdayî tevgera Fetih a bi serokatiya Mehmûd Ebbas û berbijarên serbixwe rikaberiya hev dikin. Tevgera Hemasê, ku nîvê Kerta Xezzeyê di bin kontrola wê de ye, bi ti lîsteyan beşdarî vê pêşbaziyê nabe. Di bajarên wekî Ramallah û Nablusê de ku navendên desthilata Filistînê ne, tenê lîsteyek hatiye pêşkêşkirin; ev jî tê wê wateyê ku ew lîste bêyî dengdanê û bi awayekî otomatîk bi ser dikevin.

Ji ber krîza giran a kehrebayê li Kerta Xezzeyê, komîsyonê biryar daye ku li Dêrelbelehê saet di 17:00an de sindoqan bigire. Armanc ew e ku berî tarî bikeve, di bin ronahiya rojê de dest bi hejmartina dangan bikin. Lê belê li Kenara Rojava proseya dengdanê heta saet 19:00an berdewam dike.

Li kolanên Filistînê hestên cihêreng hene. Bazirganê ji bajarê Tûlkermê, Mehmûd Bedir ji ajansa AFP re ragihand, ew bi hêviyeke kêm diçe ser sindoqan û got: "Kandîd çi serbixwe bin çi jî partî bin, ti feydeya wan bo bajarê me nîne; Îsrailê dagirker hukmê vir dike."

Lê belê ji bo ciwanên wekî Fereh Şeas, ku cara yekem e deng dide, ev roj giring e. Fereh dibêje: "Ev dengdan ji bo me îsbatkirina hebûnê ye. Em dixwazin nîşan bidin ku tevî hemû rewş û şeran, em hîn li Xezzeyê ne û li ser piyan mane."

Pisporên siyasî diyar dikin ku Serokê Filistînê Mehmûd Ebbas, ku nêzîkî 20 sal in hilbijartinên parlamenê û serokatiyê encam nedane, van hilbijartinên şaredariyan wekî "ezmûnekê" dibîne, da ku asta piştgiriya gel bipîve.

Ji bo parastina ewlehiya bingehên dengdanê li Xezzeyê, hevahengiyeke balkêş heye. Tevî ku komîsyonê kompanyayeke ewlehiyê ya taybet girtiye, lê polîsên Hemasê bi kincên medenî û bê çek li derdora 12 bingehên li Dêrelbelehê amade ne da ku aramiyê biparêzin.

Neteweyên Yekgirtî (NY) bi daxuyaniyekê destxxweşiya komîsyonê kir û ev hilbijartin wekî "derfeteke giring ji bo mafên demokratîk ên Filistîniyan di vê qonaxa dijwar de" pênase kir.