Piştî Emîn Îsa, PYDê ciwanekî din ê Kobanê revand û eşkence kir

Piştî revandin û eşkencedan û kuştina Emîn Îsa, çekdarên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ciwanekî din li Kobanê revand û eşkence kir.
Mihemed Silêman
Mihemed Silêman

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî revandin û eşkencedan û kuştina Emîn Îsa, çekdarên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ciwanekî din li Kobanê revand û bi awayekî hovane eşkence kir.

Çalakvanê siyasî Usib Berkel di weşaneke zindî ya li tora civakî “Facebook” de ragihand, çekdarên PYDê ji çend rojan ve pismamê wî Mihemed Silêman revandiye û bi awayekî hovane ew eşkence dane.

Usib Berkel diyar kir: “Ji ber ku ez rexneyan li îdareya PYDê digirim, çekdarên PYDê pismamê min revandin û bi awayekî hovane ew eşkence kirine.’’

Wî çalakvanî ragihand, “4 çekdarên PYDê ew dane bi eşkencedanê û bi ava germ endamên wî yên nêrtiyê şewitandine.”

Destnîşan kir jî, “Ji ber metirsiya mirina wî û ji bo windakirina şopên eşkencê, Mihemed Silêman rakirine nexwaşxaneya Heyat li Kobanê û xistine bin çavdêriyeke tund.”

Usib Berkel daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistinên mafê mirovan kir, destêwerdanê bikin û lêkolînê li ser vê tawanê bikin.

Usib Berkel peyamek arasteyî berpirsên Kobanê kir û tê de got: “Em xelkê Kobanê û malbata Mihemed selametiya Mihemed dixin stûyê Mezlûm Ebdî, Can Polat, Salih Muslim û Enwer Muslim.”

Usib Berkel da zanîn, pismamê wî Mihemed kehrebciyê otomobîlan e û ti pêwendiya wî bi ti partiyekî siyasî re tune ye.

Eşkencedana Mihemed Silêman di demekê de ye, xortê bi navê Emîn Îsa Elî yê ji gundê Bîrikê yê ser bi Dirbêsiyê ve roja 22ê Gulana borî ji aliyê asayîşa Rojavayê Kurdistanê ve hatibû binçavkirin û pişt 27 rojan termê wî radestî malbata wî hatibû kirin. Malbata wî jî dibêje, Emîn di bin eşkenceyeke tund de hatiye kuştin.