Şaredariya Hewlêrê: Welatiyên ku erdên wan dikevin ber Kembera Kesk tên qerebûkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Şaredariya Hewlêrê ragihand, ew welatiyên ku erdên wan dikevin ber projeya Kembera Kesk, tên qerebûkirin. Serokê Desteya Veberhênanê jî dibêje: "Di çarçoveya projeya Kembera Kesk de, me molet daye pênc kargehan ji bo berhemanîna zeyta zeytûnê, sabûn û semadê kîmyayî."

Serokê Şaredariya Hewlêrê Karzan Hadî îro 15ê Mijdara 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, piştî temambûna %95ê karên qonaxa yekem a Kembera Kesk a Hewlêrê, kevirê bingehîn ê qonaxa duyem a projeyê bi serpereştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hat danîn.

Karzan Hadî diyar kir, kevirê bingehîn ê qonaxa yekem par bi piştevaniya rasterast a Serokê Hikûmetê hat danîn û niha jî kevirê bingehîn ê qonaxa duyem ku bi navê zona (A8) tê naskirin hat danîn; ev qonax beşek e ji Kembera Kesk ku bi firehiya du kîlometreyan û bi dirêjahiya nêzîkî 82 heta 84 kîlometreyan li derdora Hewlêrê dizîvire.

Derbarê mijara qerebûkirina welatiyan de, Serokê Şaredariya Hewlêrê tekez kir ku ligel hemû aliyên pêwendîdar rêkarên yasayî û teknîkî hatine girtin, erd hatiye diyarkirin û nexşeya kertî jê re hatiye danîn, da ku mafê kesî winda nebe.

Serokê Şaredariya Hewlêrê aşkere kir jî, her welatiyekî ku mafê wî hebe, çi li gorî girêbesta çandiniyê be yan jî mafê serederîkirinê li ser erdî hebe, bêguman li gorî yasa û rênimayan dê bê qerebûkirin.

Ji aliyekî din ve, Serokê Desteya Veberhênanê Dr. Mihemed Şukrî ragihand, di çarçoveya qonaxên yekem û duyem ên projeyê de, molet ji çar heta pênc kargehan re hatiye dayîn ku berhemên zeyta zeytûnê û sabûnê çêdikin.

Serokê Desteya Veberhênanê aşkere kir ku ew darên tên çandin, di temenekî zû de berhem didin û di heyama du heta sê salên bê de berhemên wan dê ji bo kargehên zeyta zeytûnê, çêkirina sabûnê û semadê çandiniyê bên dabînkirin.

Derbarê beşdariya kerta taybet de, Mihemed Şukrî ragihand ku Zanîngeha Cîhanê beşekê ji projeyê werdigire ji bo avakirina rûberekî daristanê yê taybet bi navê zanîngehê di nav Kembera Kesk de, ku hem dibe projeyeke keskkirinê û hem jî çendîn projeyên din ligel wê birêve diçin.

Herwiha Serokê Desteya Veberhênanê diyar kir, di qonaxên bê de darên pîşesaziyê dê bên çandin, da ku li şûna hawirdekirina daran ji derve, keresteyên xav ên pêwîst ji bo pîşesaziya mobîlyayê li navxweyê Herêma Kurdistanê bên berhemanîn.