Hillary pirtûkek liser wendakirina xwe nivîsand

K24 – Navenda Nûçeyan
Kandîda Serokatiya Amerikayê ya 2016an ji Partiya Demokrat Hillary Clinton, bi nave “Çi bû” pirtûkek liser egerên wendakirina xwe nivîsand.
Di pirtûkê de Hillary, qala doz a FBI beramberî weşandina e-mail ên wê, bandora vê yekê li hilbijartinê, idiayên piştgiriya Rusya di hilbijartina de bo Trump û çendîn egerên din ên ku karîne bandorê liser hilbijartinê bikin dike.
Hillary Clinton, herweha cîh daye hin ramanên xwe di proseya hilbijartinên 2016an de. Hevjînê Hillary û Serokê berê yê Amerikayê Bill Clinton diyar dike ku, Hillary bi helwêstek gelek zelal û ji dil ev pirtûk nivîsandiye.
Pirtûk di 12ê Îlonê de dê derkeve bazarê û Hillary hatinên ji pirtûkê dê wekî alîkariyek darayî bide perwerdeyiya keçên ciwan, ku dixwazin bikevin nav jiyana siyasî.