Bi boneya sedsaliya fîlmê "Zarê" li Silêmaniyê Dîdara Sînemaya Kurd tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya derbasbûna sed salan di ser berhemanîna yekemîn fîlmê Kurdî "Zarê" re di sala 1926an de, îro Yekşemê (29ê Mijdara 2026an) li Silêmaniyê "Dîdara Sînemaya Kurd" ji bo gotûbêjkirina rewşa sînemaya Kurdî li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dest pê dike û dê du rojan berdewam be.

Serperiştyarê dîdarê Rewez Heme Salih ji Kurdistan24ê re ragihand, armanca sereke ew e qadeke hevbeş were avakirin ji bo gotûbêjkirina rewşa sînemayê, astengiyên berhemanîna fîlman, veguhastina ezmûnan û xurtkirina pêwendiyên pîşeyî di navbera sînemakarên Başûr û Rojhilat de.

Derbarê mijarên dîdarê de, Heme Salih diyar kir ku dê çendîn mijarên bingehîn werin nîqaşkirin, ji wan: pirsa nasnameya Kurdî û rengvedana wê di berhemên sînemayî de, cih û rola jinê di sînemayê de, pirsa jenosîdê û vegotina bîreweriyên dîrokî bi rêya fîlman, her wiha pirsgirêkên berhemanînê, dabînkirina pêdiviyên fîlmsaziyê û gihandina fîlmên Kurdî bo bîneran û festîvalên navdewletî.

Rewez Heme Salih da zanîn ku berê li Rojava, Bakurê Kurdistanê û diyasporayê konferansên sînemakaran hatibûn lidarxistin û ev dîdara Başûr û Rojhilat jî beşek ji wê pêvajoyê ye ji bo girêdana hewlên herêmî bi hev re. Heme Salih tekez kir ku yek ji armancên sereke ew e di nav dîdarê de nûnerên her du parçeyan werin diyarkirin da ku beşdariya wan di konferansa giştî ya bê de rewayiyê werbigire, rêkxistî û bi bandor be.

Serperiştyarê dîdarê her wiha got ku dariştina pêşniyaran ji bo lidarxistina konferanseke mezin li ser astê her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê û damezrandina "Federasyoneke Navdewletî ya Sînemakarên Kurd" ji girîngtirîn armancên vê dîdarê ne, da ku bibe sîwaneke hevbeş ji bo nûneratî, hemahengî û piştgiriya sînemakarên Kurd li her derê.