Li Gundê Difnê yê Êlihê, keşîşxaneyeke dîrokî hat dîtin
Li gorî venêrîna kolyarnasan; ev bermayî keşîşxaneyeke aîdê Suryaniyan e û xelkê herêmê jî li ser vê yekê bang li rayedaran kir ku xebatên lêkolînên vê keşîşxaneyê werin destpêkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Bakûrê Kurdistanê, li Êlihê; bermayiyeke dîrokî ya aîdê hezar sal berê hat dîtin. Bermayiya kuli Gundê Difnê yê bi ser Heskîfa Êlihê ve hat kifşkirin; ji aliyê niştecihan ve bû sedema mereqê. Li gorî venêrîna kolyarnasan; ev bermayî keşîşxaneyeke aîdê Suryaniyan e û xelkê herêmê jî li ser vê yekê bang li rayedaran kir ku xebatên lêkolînên vê keşîşxaneyê werin destpêkirin.
Li gorî venêrînên destpêkê; ev keşîşxane bi dîroka xwe digihîje hezar sal berê û avaniya vê bermayiyê dide xuyakirin ku ev der cihê îbadeta xelkê Suryanî bûye. Kolyarnas Necdet Talayhan kudi Gerînendehiya Muzeya Êlihê de peywirdar e, dibêje; ev der bi navê Hebîsê hatiye zanîn û di nav avaniyê de bi dehan jûr, goristanek û bîrên avê hatine tespîtkirin.
Kolyarnas diyarkir Necdet Talayhan ji K24ê re got: "Em dibînin ku 3-4 şikeftên din di nav vê hebîsê de hene. Ez wisa difikirim ku ev der keşîşxane ye. Keşîşxane jî cihê Xirîstiyanan e û Xirîstiyanên vê derê jî hemû Suryanî bûne. Em wisa texmîn dikin ku ev der beriya hezar salan hatiye avakirin. Û ji bo jiyan û perwerdehiyê hatiye bikaranîn."
Ji ber ku Gundê Difnê bi ser Heskîfê ve ye û Heskîf jî navçeyeke dîrokî ya Êlihê ye; dîtina vê keşîşxaneyê û bermayiyên li Heskîfê wekî berdawama hev tên nirxandin. Abdûllah Olgûn, niştecihekî ji Gundê Difnê ye û diyar dike ku ev bermayî ji heft hebîsên heyî yek e. Niştecihekî din ê ji vî gundî Abdulhekîm Oner jî dibêje ku; têketina vê bermayiyê, di bîra avê re derbas dibe û ber bi jor ve diçe.
Gundî Abdûllah Olgûn li ser cîh û gundê xwe peyivî: "Hebîs cihekî kevin e, cihekî qedîm e, cihê keyan e. Ev der, ji heft hebîsan yek e û ev hebîs bi tenê maye. Ev gund, gundeki gelek kevin e û bajarên bi vî rengî li vê derê hîn jî veşarî ne."
Gundî Abdûlhekîm Oner got: "Tiştê ku em dizanin; şikefteke dîrokî ye. Dibêjin; beriya niha hezar sal berê hatiye çêkirin. Şikefta ku em qal dikin jî ji serdema Suryaniyan maye. Têketina şikeftê bi rêya bîrê ye. Bi dîwarên bîrê ve cihê pelikan heye û mirov bi wan pelikan ve hildikişe û ber bi jor ve diçe, piştre mirov dikeve şikeftê. Jûrên şikeftê hene, jûra keyan heye, teşeyê wê wekî labîrentê ye."
Xelkê Gundê Difnê û welatiyên navçeyên derdora Êlihê, ji bo ku vê bermayiya dîrokî bibînin û di derbarê wê de agahiyan bi dest bixin; serdana vê qadê dikin. Xelkê herêmê jî amaje dike ku heta niha ji qada fermî tu serdaneke ji bo vekolînê çênebûye û bang li qadên eleqedar dikin ku demildest xebatên ji bo vê bermayiyê bidin destpêkirin.