Di 2 rojan de 145 hezar geştiyar hatin Herêma Kurdistanê
Di du rojên cejna Qurbanê de 145 hezar geştiyar serdana navçeyên geştiyariyê yên Herêma Kurdistanê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê Nadir Rostî aşkere kir, di du rojên cejna Qurbanê de 145 hezar geştiyar serdana navçeyên geştiyariyê yên Herêma Kurdistanê kirin.
Amaje bi wê jî kir, hatina hatina geştiyaran berdewam e û hejmara an berve bilindbûnê de ye. Ev amarên destpêkê ya hatina geştiyaran e û di rojên bê de bi hûrî zanyariyan belav dikin.
Salane bi taybet di boneyan de, hjmareke mezin ji geştiyaran berê xwe didin Herêma Kurdistanê. Li gor amaran jî piraniya geştiyaran ji başûr û navîna Iraqê serdana navçeyên geştiyarî dikin.