Li Helebceyê Festîvala Şanoyê ya "Goran" tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Xula çarem a Festîvala Şanoyê ya “Goran”, ku taybet e bi şanoya dibistanên Helebceyê, bi beşdariya 20 berhemên şanoyî û nêzîkî 100 lîstikvanên xwendekar ji bo dema du rojan li Helebceyê tê lidarxistin.

Rêveberê Çalakiyên Hunerî yên Dibistanan Emced Cemal îro 21ê Mijdara 2026an, ji Kurdistan24ê re ragihand, xula yekem a festîvalê di sala 2019an de hatiye sazkirin û gav bi gav pêş ketiye. Cemal diyar kir ku festîval bûye derfeteke girîng ji bo derxistina şiyanên xwendekaran, nasandina behreyên nû û xurtkirina bingehên şanoyê di nava nifşê nû de.

Di xula îsal de 20 navendên xwendinê yên ser bi Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Helebceyê ve beşdar in. Mamostayên dibistanan erkê derhêneriya lîstikan girtine ser milê xwe û xwendekar jî weke lîstikvan li ser dikê rolan digerînin.

Emced Cemal aşkere kir ku yek ji taybetmendiyên cuda yên festîvala îsal girîngîdana bi beşdariya hemû xwendekaran e bêyî ciyawazî; di vê çarçoveyê de yek ji lîstikan bi temamî ji aliyê xwendekarên xwedî pêdiviyên taybet û kesên bi sendroma Downê ve tê pêşkêşkirin.

Her wiha lîstikeke din bi zimanê Hewramî tê pêşkêşkirin ku ev yek rengvedana pirzimanî û dewlemendiya çandî ya herêmê ye. Ji aliyê beşdariya zayendî ve jî, piraniya karakterên lîstikan jin in û keçan beşdariyeke berbiçav di berhemanîna lîstikan de kiriye.

Di dawiya festîvalê de dê ji aliyê komîteyeke pispor ve nirxandin ji bo berheman were kirin û sê baştirîn berhemên şanoyî, sê baştirîn lîstikvanên kur û sê baştirîn lîstikvanên keç werin hilbijartin.