Ozgur Ozel: Bila kes me venexwîne cem Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Yenî Partî Ozgur Ozel, di bersiva bangawaziya DEM Partiyê ya ji bo pêdaçûna bi biryara beşdarnebûna di Komîsyona Çavdêriyê ya Parlamentoyê de, rexneyên tund li desthilatê girtin û ragihand, aliyê sozên pêvajoyê cîbicî nekirine û ji rêya demokrasiyê derketiye, bereya desthilatê ye.

Ozgur Ozel piştî civîna xwe ya bi Serokê Giştî yê Partiya Zeferê Umît Ozdax re, di konfranseke rojnamevanî de bersiv da gengeşeyên girêdayî Komîsyona Çavdêriyê ya Parlamentoyê û bangawaziya DEM Partiyê ya ji bo “pêdaçûna bi biryara wan”.

Ozel tekezî li ser biryara beşdarnebûna wan di komîsyonê de kir û ragihand, desthilatê sozên xwe yên derbarê demokratîkbûnê de cîbicî nekirine. Her wiha got: “Em ji rêya aştiyê paşve venegeriyane, lê belê ew ji rêya demokrasiyê paşve vegeriyane; lewma bila kes me venexwîne cem Erdogan, bila herin Erdogan vexwînin bo demokrasiyê.”

Serokê Giştî yê Yenî Partî di nirxandina xwe ya li ser bangawaziya DEM Partiyê de tekez kir ku aliyê bi rastî ji sozên xwe paşve vegeriyaye bereya desthilatê ye û wiha axivî: “Ew ê ku ji rêyê derketiye, soza xwe neaniye cih û înkara îmzeya xwe dike; AK Partî, Recep Tayyîp Erdogan û Hevpeymaniya Komarî ne. Her çend birêz Bahçelî carinan bibîranînên biçûk ên weke hevokek yan du hevokan derbarê demokratîkbûnê de bi mînaka ‘vegera her du Ehmedan bo ser kar’ dike jî, di dawiyê de xala ku em gihîştinê zelal û aşkere ye. Ez ji kûrahiya dilê xwe baweriya xwe bi jîrî û dûrbîniya gelê me tînim.”

Berî niha û di roja 20ê Mijdarê de, Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di gotarekê de di çarçoveya bernameya “Budçe ji bo Kar, Aştî û Dadperweriyê” de li bajarê Mêrsînê, rexne li biryara Ozgur Ozel a beşdarnebûna di komîsyona aştiyê û rawestandina piştevaniya wî ya ji bo pêvajoya nû ya aştiyê girtibû.

Bakirhan amaje bi wê yekê kiribû ku beşdarnebûna di pêvajoyê de demokrasiyê nayîne û gotibû: “Bila kes nebêje em we vedixwînin cem kesekî din; em li kêleka aştiyê ne û em Yeni Partî jî vedixwînin kêleka aştiyê. Bi beşdarnebûna di pêvajoya aştiyê de demokrasî pêk nayê.”

Roja 18ê Mijdara 2026an, piştî civîneke 40 xulekî ya li gel Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, Serokê Giştî yê Yeni Partiyê Ozgur Ozel ragihandibû ku partiya wî nabe endama Komîsyona Çavdêriyê ya Parlamentoyê. Ozel sedema vê biryarê bi cîbicînekirina benda heftem a rapora parlamentoyê ya li ser demokratîkbûnê, berdewamiya danîna serperiştyarên hikûmî (qeyûman) li ser şaredariyan û sê kanalên televizyonî, û her wiha cîbicînekirina biryarên Dadgeha Destûrî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve girê dabû.

Roja 19ê Mijdara 2026an jî, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan rexne li biryara Yeni Partiyê\ girtibû û dabû zanîn ku dûrketina bereya opozîsyonê metirsiya lawazkirina zemîna demokratîk a pêvajoyê dirust dike. Doganê her wiha daxwaz ji Serokê Parlamentoyê kiribû ku li şûna daxuyaniyên nezelal, xişteyeke demkî ya zelal ji bo damezrandina komîsyonê rabigihîne.