"Bizav tên kirin ku Esed bê dadgehkirin ji desthilatê bê derxistin."
Opozisyona Sûryê: Niha bi germî behsa çarenivîsa serokê Sûryê Beşar Esed li Cinêvê tê kirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Rojnameya Ukaz ya Siûdî ji hin jêderên opozisyona Sûryê veguhestiye, ku niha bi germî behsa çarenivîsa serokê Sûryê Beşar Esed li Cinêvê tê kirin.
Bi gotina wan jêderan: "Niha bizav hene ku riyek ji çûna Esed re bê dîtin, bi mercê ku opozisyona Sûriyê dest ji daxwaza dadgehkirina wî berde."
Li gor rojnameya navhatî, heger opozisyon dest ji wî mercê xwe bernade jî, dibe ku Beşar Esed di hilbijartinên bê yên serokatiya Sûriyê de, careke din xwe kandîd bike û dezgehên ewlehiyê di destê kesên nêzîkî wî de bimînin.