Qasim Silêmanî: Bêtirî 20 hezar serbazên Amerîkî li Iraqê hene

Berî niha hikûmeta Bexdayê ragihandibû ku tenê 5500 serbazên Amerîkî li nav axa Iraqê belav bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameya Exbar ya Lubnanî daxuyaniyeke fermandarê Supaya Qudsê ya Îranê Qasim Silêmanî belav kiriye, ku dibêje hejmara hêzên Amrîkayê li Iraqê bêtirî bîst hezar serbaz e.

Qasim Silêmanî gotye: Tenê hêzên Iraqê çekdarên DAIŞê jinav birine û Amerîkiyan astengî ji bo pêşveçûnên wan çêdikirin.

Berî niha hikûmeta Bexdayê ragihandibû ku tenê 5500 serbazên Amerîkî li nav axa Iraqê belav bûne.