Muqteda Sedir tevgereke siyasî nû pêk tîne
"Armanca Tevgera Istîqame nehiştina mezhebîtiyê ye û li gel nerîna her kesekî digunce û dûrî hibatiya teng kar û tevgerê dike".
K24 - Navenda Nûçeyan
Perlemanterê Şepêla Sedir di Perlemana Iraqê de Mihemed Hurî ragihand, ku rêberê wan Muqteda Sedir mijûlî pêkanîna tevgereke siyasî nû ye, bi navê "Istîqame" û di bin navê wê de ewê beşdarî hilbijartinan bibin.
Hurî di daxuyaniyekê de got: "Armanca Tevgera Istîqame nehiştina mezhebîtiyê ye û li gel nerîna her kesekî digunce û dûrî hibatiya teng kar û tevgerê dike".
Wî perlemanterî diyar kir, ku ew tevgera nû, ti kesatiyeke kutleya Ehrar li xwe nagire".