Australia firokeyên xwe yên şer ji Iraqê vedikişîne

Hikûmeta Australyayê firokeyên xwe yên şer ku 6 firokeyên ji cura Super Hornet F/A-18F in ji Iraqê vedikişîne. Ev piştî ragihandina têkşikandina DAIŞê li Iraqê hat.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Australyayê firokeyên xwe yên şer ku 6 firokeyên ji cura Super Hornet F/A-18F in ji Iraqê vedikişîne. Ev piştî ragihandina têkşikandina DAIŞê li Iraqê hat.

Malpera “UK Defence” a Australî belav kir, welatê wê di meha Cotmeha 2014an di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de dest bi êrîşên esmanî kir.

Li gor wê malperê, Australia tenê wan firokeyên ku li esman sotemeniyê dide firokeyên şer dihêle û hevkariyê jî di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî de berdewam dike.

Li gor malperê, şêwirmendên leşkerî yên Australî ku li leşkergeha Tacî li bakurê Bexdayê ne dimînin, ku hejmara wan 30 şêwirmend in û rahênankirina leşkerî bi hêzên Iraqê dikin.

Hefteya bûrî, Wezîra Bergîriyê yê Australyayê Marise Payne ragihand, piştî lêkolînên hûr diyar bû, DAIŞ hat têkşikandin û firokeyên şer yên Australyayê ji Iraqê vedikişînin.