Geştyar herî zêde seredana Hong Kong dikin

. Di sala 2016an de 26 milyon 550 hezar geştyaran seredana Hong Kong kirin e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di amara geştyarî ya ku ji bo sala 2016an ji alî şirketa geştyarî Euromonitor ve hatiye amadekirin (ya 2017an hîn ne amade ye) bajarê di cîhanê de herî zêde geştyaran dihewîne Hong Kong e. Di sala 2016an de 26 milyon 550 hezar geştyaran seredana Hong Kong kirin e.

Duyem bajar ê ku herî zêde geştyar di sala 2016an de hebûye, paytexta Taylandê Bagkok e. Di sala 2016an de 21 milyon 250 hezar geştyar hatine Bangkok.

Sêyem bajar Paytexta Ingilistanê London e. Di sala 2016an de 19 milyon 190 hezar geştyaran seredana Londonê kirin e.

 

1. Hong Kong
1. Hong Kong
2. Bangkok
2. Bangkok
3. London
3. London