Ebadî ji bo Parlemantoyê tê xwastin
Piştî ku bersivdana hikûmetê li ser têbîniyên parlemantoya Iraqê yên derbarê projeyasaya budceyê ne cihê razîbûnê bû û bi armanca guftûgikirina wê projeyasayê, Serokê Parlemantoyê Selîm Cibûrî pêşniyaza banghêşkirina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bo rûniştina parlemantoyê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji malpera “Xed” re ragihand, Serokê Parlemantoyê di dema civîna ligel serokên fraksiyonan û komîta darayî yên Parlemantoya Iraqê de, pêşniyaza banghêşkirina Heyder Ebadî kir, ji bo di nava parlemantoyê de amade bibe û projeyasaya budceyê guftûgo bikin.
Fraksiyonên Kurdistanî ji bo guhertina projeyasaya bûdceya 2018ê ya Iraqê, parlamenterên Kurd 9 xal pêşniyar kirine, lê heta niha di van xalan de ti guhertinek nehatiye kirin.
Biryar bû îro xwendina yekemîn ji bo projeyasaya bûdceya sala 2018ê ya Iraqê were kirin. Lê ji ber parlamenterên Kurd û Sune protesto kirin, rûniştin hate paşxistin.