Hikûmeta Iraqê li gel şanda Goran û Komel û Hevpeymanî ji bo Demokratiyê nacive
Seed Hedîsî: Ew şanda hizbî ya Kurdistanê, nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nake û hikûmeta Iraqê li gel nacive
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Hikûmeta Iraqê Seed Hedîsî eşkere kir, ku şanda hizbî ya Kurdistanê, nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nake û tenê wê ew şand li gel aliyên siyasî yên Iraqê û hejmarek firakisyonên nav Perlemana Iraqê bicive.
Hedîsî got jî: Ti zanyarî derbarê civîna wan aliyan li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tine ye.
Duh şandek ku pêk hatibû ji Şoreş Hacî û Mihemed Reûf ji Tevgera Goran, Mihemed Hekîm û Ehmed Hacî Reşîd ji Komela Islamî, Hesen Cîhad ji Hevpeymanî ji bo Demokratiyê ya ser bi Berhem Salih ve, serdana Bexdayê kir û îro jî li gel hejmarek ji aliyên siyasî yên Iraqê civiya.