Sînemekar Munîr Ozkul koça dawiyê kir

Lîstîkvanê sînemayê yê navdar ê Tirkiyeyê Munîr Ozkul di 92 saliya xwe de koça dawiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Lîstîkvanê sînemayê yê navdar ê Tirkiyeyê Munîr Ozkul di 92 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Munîr Ozkul îro ji ber nexweşiyên bi girêdayî pîrbûnê li mala xwe ya Stenbolê navçeya Cîhangîrê çû ber dilovaniya xwedê.  

Sînemekarê navdar Munir Ozkul di sala 1925an de jidayik bûbû û xelkê Stenbolê bû. Wî di sala 1940an de dest bi karê hûnerê kir û heta niha ji zêdetirî 200 fîlman de lîstikvanê sereke bû.

Ew zêdetir bi navê Mahmut Xoca ango Mamoste Mahmut dihat naskirin.