Suneyên Iraqê: Amerîka dixwaze çavdêriya hilbijartinên Iraqê bike

Serkirdeyekî Sune: Hin alî di nav Hikûmeta Bexdayê de, têbîniyên xwe li ser çavdêrîkirina Hevpeymana Navdewletî ji hilbijartinan re dane xuyakirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya hêzên Sunî li Iraqê eşkere kir, ku Amerîka kar ji bo çavdêrîkirina hilbijartinan li navçeyên Sunî yên Iraqê dike.

Rojnameya Weten ya Siûdî li ser zimanê serkirdeyekî hêzên Sunî belav kiriye, ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka, bizavan dike ku çavdêriya hilbijartinên Îraqê li navçeyên Sunî bike û got: "Hinek alî di nav Hikûmeta Bexdayê de, têbîniyên xwe li ser çavdêrîkirina Hevpeymana Navdewletî ji hilbijartinan re dane xuyakirin".

Wî serkirdeyê Sunî diyar kiriye, ku hevpeymaniya Sedir, Dewleta Yasa, û hin aliyên din, kar ji bo pêkanîna firakisyoneke nû ya perlemanî û Hikûmeta piraniyê dikin.