Firakisyonên Kurdistanî civîna perlemana Iraqê baykot kirin

Tevahiya firakisyonên Kurdistanî baykota civînê kirin, lê tenê Ala Talebanî ji firakisyona YNK, ew civîn baykot nekir û li nav hola Perleman maye

K24 - Navenda Nûçeyan

Firakisyonên Kurdistanî di Perlemana Iraqê de, civîna îro ya Perleman ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî têde amade bû, baykot kirin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand, tevahiya firakisyonên Kurdistanî baykota civînê kirin, lê tenê Ala Talebanî ji firakisyona YNK, ew civîn baykot nekir û li nav hola Perleman maye.

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Kurdistanê24, civîna îro ya Perlemana Iraqê, bi awayekî nihênî birêve diçe.

Sedema baykotkirina firakisyonên Kurdistanî ji civîna îro re, gotûbêjkirina pirojeyasaya budceya sala 2018an ya Iraqê ye, ku berî niha firakisyonên Kurdistanî nerîn û têbîniyên xwe li ser wê pirojeyasayê dabûn xuyakirin û heya niha jî bersiva wan têbîniyên xwe wernegirtine.