"Kurdistan ji berê bihêztir dibe û vedigere berî bûyerên 16ê Cotmehê"

Sîrwan Barzanî: Wê pêgeha Kurdan bi gellekî berê bihêztir bibe û rewşa Herêma Kurdistanê wê vegere ya berî bûyerên 16ê Cotmeha sala derbasbûyî.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsê mihwerê Giwêr – Mexmûr Sîrwan Barzanî ji Kurdistan24ê re ragihand, hêzên Pêşmerge ji bo bersivdana her egereke nexwestî amade ne.

Sîrwan Barzanî tekez kir, ku di dema dahatî de, wê pêgeha Kurdan bi gellekî ji berê bihêztir bibe û rewşa Herêma Kurdistanê wê vegere ya berî bûyerên 16ê Cotmeha sala derbasbûyî.

Daxuyaniyên Sîrwan Barzanî di dema serdana wî de ji bo mezarê rêberê tevgera azadîxwaza Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî de hatin, ku îro li gel şandeke pile bilind ji fermandeyên serbazî yên Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê serdana mezargehê kirin.

N.O

Fly Erbil Advertisment