Rûsya daxwaza hevdîtinê ji fermandeyên YPGê dike

Sîpan Hemo: Rûsya siyaseteke gellekî qirêj dimeşîne û niha jî li ser astê serbazî daxwaza hevdîtinan ji YPGê dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermandarê giştî yê YPGê Sîpan Hemo ragihand, ku Rûsya siyaseteke gellekî qirêj dimeşîne û niha jî li ser astê serbazî daxwaza hevdîtinan ji YPGê dike.

Sîpan Hemo ji ajanseke nêzîkî YPGê re ragihand, dema wî serdana Mosko kir û li gel aliyên serbazî civiya, wî alî jêre got ku helwesta wan ji ya Kirimlinê cuda ye. Bi gotina Hemo: "Niha ew aliyê serbazî daxwaza lidarxistina hevdîtnan ji YPGê dike".

Herwiha Hemo got: "Me ji aliyê Rûsî re gotiye, heger hûn dixwazin guhertinan bikin, divê hûn bi awayekî piraktîkî bizavan bikin nek tenê daxuyaniyan bidin".

Navhatî eşekre kir, ku di dema şerê Efrînê de, ceneralekî Rûsî ku li Sûryê dimîne, peyamek ji fermandariya YPGê re şand û têde got: "Ez hest bi azarên we dikim, lê ev biryar a Kirimlinê ye".  

Hevdem li gel daxuyaniyên Hemo, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel, di daxuyaniyekê de got: "Rûsya derfet daye Tirkiyê ku ezmanê Sûryê bikar bîne ji bo kuştina sivîlan li Efrînê. Heger Rûsya rê nedaba Tirkiyê qet Tirkiyê ne dikarî ezmanê Sûryê bikar bîne, ji ber ku kontrola ezmanê Sûryê di destê Rûsya de ye".

Di daxuyaniya xwe de fermandariya YPG diyar dike, ku Rûsya şirîka Tirkiyê ye û ji Mosko dixwaze ku ji biryara xwe vegere û rê li ber Tirkiyê bigire.

Herwiha YPG bang li gelê Rûsya dike ku fişaran bixe ser Hikûmeta welatê xwe, da ku êrîşên li ser Efrînê bên rawestandin.

N.O