Putin dema bikaranîna çekên etomî eşkere kir

Putin: Çi pêwîstiya me bi vê cîhanê heye heger Rûsya têde nebe?.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsya Vladimer Putin ragihand, ku biryara bikaranîna çekên etomî tenê di yek rewşê wê bê dayin, ew jî ji bo berevaniyê di ber Rûsya de ye dema ku rastî her êrîşeke dujminkarî bê".

Li gorî nûçeyeke ajansa Sputnik ya Rûsî, Putin gotiye: "Mijara bikaranîna çekên etomî gellekî giring û hestyar e, ez dixwazim peyamekê ji bo navxwe û derve bidim, pirsa bikaranîna çekên etomî, ku bi hêvî me ti carî neyên bikaranîn, girêdayî encamdana her êrîşekê li dijî welatê me ye û tenê di rewşa berevaniyê de emê çekên etomî bikar bînin".

Herwiha got: "Heger em bibînin ku mûşekek etomî ber bi axa me ve tê, wê demê bêyî ku em hizra çi tiştî bikin, emê li dijî jêdera wê mûşekê çekên etomî bikar bînin, bêguman ew pêngav metrisîdar e û dibe karesat ji bo cîhan û mirovatiyê. Lê wek welatiyekî Rûsî û serokê vî welatî ji xwe dipirsim: Çi pêwîstiya me bi vê cîhanê heye heger Rûsya têde nebe?".

N.O