Kurdistan24 hûrgiliyên reşnivîsa bûdceya 2027an belav dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Kurdistan24 reşnivîsa bûdceya sala 2027an a Iraqê belav dike. Li gorî reşnivîsê, pişka Herêma Kurdistanê bi rêjeya %12.7ê tevahiya xerciyên rastîn (fi’lî) hatiye diyarkirin û di çarçoveya wê de tenê derfet heye nêzîkî 9 hezar kes li Herêma Kurdistanê bi şêweyê girêbest werin damezrandin.

Madeya 10an û yekalîkirina mafên darayî

Li gorî Madeya 10an a projeyasayê, pişka Herêma Kurdistanê piştî derxistina xerciyên serweriyê (siyadî), bi rêjeya %12.7ê tevahiya xerciyên rastîn, di nav de xerciyên hakîme, carî û veberhênanê, hatiye diyarkirin; ev yek jî li gorî wê xişteya ku bi projeyê ve hatiye girêdan.

Derbarê yekalîkirina mafên darayî yên salên 2004 heta 2026an de, 9.3 trîlyon dînar hatiye diyarkirin ku divê di nav 7 salan de were tasfiyekirin, bi awayekî ku salane nêzîkî 1.33 trîlyon dînar dike, lê di deqê de nehatiye diyarkirin ka kî deyndar e.

Pabendiyên petrol, gaz û dahatên ne-petrolê

Li hemberî vê pişkê, Herêma Kurdistanê bi çend xalan ve hatiye pabendkirin; ji wan firotin û bazarkirina rojane ya 445 hezar bermîlên petrolê bi rêya kompanyaya SOMOyê û bi hevahengiya ligel Wezareta Petrolê ya Iraqê ji bo Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê, li gorî daneyên Wezareta Çavkaniyên Siruştî ku ji aliyê Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal û Wezareta Petrolê ve hatibin pesendkirin.

Di heman demê de, eger hinardekirina bi rêya Ceyhanê yan her dergeheke din a fermî ne pêkan be, divê Herêma Kurdistanê petrolê radestî Wezareta Petrolê ya Iraqê bike, da ku ji bo bikaranîna navxweyî were terxankirin.

Herwiha Herêma Kurdistanê hatiye pabendkirin ku dahatên ne-petrolê li gorî Yasaya Rêveberiya Darayî radestî xezîneya giştî bike. Ji aliyekî din ve, divê Herêma Kurdistanê deynên Banka Bazirganî ya Iraqê (TBI) ku 3.4 trîlyon dînar e vegerîne, lê bi şêweyê qistên mehane û ji pişka Herêma Kurdistanê tê birîn; ev birîn ji sala 2027an ve dest pê dike, 7 salan berdewam dibe û mehane nêzîkî 41 milyar dînar e.

Di beşeke din a pabendiyan de hatiye diyarkirin ku divê Herêma Kurdistanê gaza zêdeyî pêdiviya navxweyî radestî hikûmeta Iraqê bike, berevajî vê yekê nirxê wê ji pişka wê tê birîn. Herwiha Herêma Kurdistanê nikare di warên petrol û gazê de girêbestan bi kompanyayên biyanî yan navxweyî re bike, tenê bi rêya Wezareta Petrolê ya Federal nebe.

Petrodolar, avedankirin û rawestandina damezrandinê

Di bendên din ên projeyê de, Herêma Kurdistanê di çend warên din de beşdar e; ji wan mijara petrodolarê ku %5ê dahata petrola berhemanîn, petrola parzûnkirî yan gaza berhemanîn li Herêma Kurdistanê û parêzgehên din tê terxankirin û 1.5 trîlyon dînar jê re hatiye danîn.

Derbarê warê avedankirinê de, 3.5 trîlyon dînar ji bo projeyên berdewam li gorî hejmara niştecihan û hêla hejariyê hatiye danîn ku Herêma Kurdistanê jî li xwe digire. Li hemberî vê yekê, hemû damezrandinên li ser mîlakê hertimî, girêbest û şêwe-girêbest li Herêma Kurdistanê hatine rawestandin û postên vala tên hilweşandin. Di heman demê de 70 hezar girêbestên sivîl li gorî rêjeya niştecihan li ser Herêma Kurdistanê û parêzgehan tên dabeşkirin; eger li gorî wê pişka ku ji bo Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin were dabeşkirin, tenê 8 hezar û 900 kes bi şêweyê girêbest tên damezrandin.

Deynên JICAyê, kirîna enerjiyê û nakokiyên di reşnivîsê de

Di beşa deynên derveyî de, deynê Ajansa "JICA" ya Japonî Herêma Kurdistanê li xwe digire, bi taybetî ji bo projeyên av û kanalîzasyonê di sala 2027an de. Di deynê nû yê JICAyê de ku bi qasî 700 milyon dolarên Amerîkî ji bo sektora tenduristiyê ye, tenê yek milyon dolar ji bo Herêma Kurdistanê hatiye terxankirin û 29 milyon dolarên din ji bo Wezareta Tenduristiyê ya Federal e.

Di xişteyên darayî de, budceya Herêma Kurdistanê bi 12.86 trîlyon dînar hatiye mezendekirin ku dike %5.9ê tevahiya giştî ya budceyê. Di beşa kirîna enerjiyê de jî 2.33 trîlyon dînar ji bo kirîna enerjiyê li Herêma Kurdistanê hatiye terxankirin, di demekê de ku Herêma Kurdistanê bi xwe 970 milyar dînar deynê hawirdekirina enerjiyê li ser e, lê proje ti tasfiyeyekê di navbera van her du qebareyên pereyan de nake.

Di dawiyê de, di reşnivîsê de texmînkirina dahata petrolê li ser bingeha 400 hezar bermîlên petrola rojane ye, di demekê de ku Madeya 10an Herêma Kurdistanê pabend dike bi hinardekirina 445 hezar bermîlên petrolê di rojekê de. Herwiha ew xişteya ku di Madeya 10an de ji bo diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê amaje pê hatiye kirin, di projeyê de nîne û ev yek jî bûye cihê pirsê derbarê çawaniya hûrbînîkirina xerciyên serweriyê de.