Nêçîrvan Barzanî û balyozê Amerîka li Iraq behsa vejandina abûriya Herêmê kirin

Di civînê de, behsa pêşveçûnên piroseya diyalogê di nav Hewlêr û Bexdayê û pirsa hilbijartinan li Iraqê û Herêma Kurdistanê hat kirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Sliman civiya û herdu aliyan piroseya vejandina abûrî û avakirinê li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kiriye, ku Çarşemê êvarî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Sliman û şanda li gel wî kir.

Di wê hevdîtinê, ku cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bû, behsa pêşveçûnên piroseya diyalogê di nav Hewlêr û Bexdayê û pirsa hilbijartinan li Iraqê û Herêma Kurdistan û konfiransê navdewletî ji bo avakirina Iraqê li Kiwêtê û pilana avakirinên û handana kerta taybet ji bo beşdariyê di wê piroseyê de, hat kirin.

Herwiha behsa wan sedeman hat kirin, ku dibin fakterên çalakkirin û pêşvebirina abûrî li Iraqê bi giştî û behsa beşdariya kompaniyên biyanî di piroseya avakirinê de hat kirin.

N.O