Tirkiye çavên xwe ji ser Salih Mislim ranake
Tirkiye: Em agahdarî Salih Mislim in û niha ew li Stokholma paytexta Siwêdê ye, em ji Hikûmeta Siwêdê dixwazin ku wî bi awayekî demkî desteser bike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê ji Hikûmeta Siwêdê xwest ku, hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim desteser bike, ji ber ku niha ew li paytexta wî welatî ye.
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû, di kongirekî rojnamevanî de ragihand: "Em agahdarî Salih Mislim in û niha ew li Stokholma paytexta Siwêdê ye, em ji Hikûmeta Siwêdê dixwazin ku wî bi awayekî demkî desteser bike".
Di dema dawî de, her ku Salih Mislim diçe welatekî Ewropa, Tirkiyê daxwaza desteserkirina wî dike. Berî niha jî, dema ku Mislim serdana Almanya kir, Hikûmeta Tirkiyê daxwaz ji Hikûmeta Berlînê kir, ku Salih Mislim desteser bike û radestî Tirkiyê bike, lê Almanya ew daxwaz bicî nekir.
Di 25ê Sibata 2018an, Salih Mislim li Praga paytexta Komara Çîk hat girtin. Li ser wê yekê medya PYD eşkere kir, ku Mislim bi mebesta beşdariyê di konifransekî de serdana welatê Çîk kir û desteserkirina wî ji aliyê polîsê wî welatî ve, li ser daxwaza Tirkiyê bûye û di 27ê heman mehê de, polîsê Çîk Mislim bir dadgehê û bi biryara dadgeha Pirag hat berdan.
N.O