Rûsya bo Sûriyê: Efrînê ji Tirkiyê re bihêle

Rûsya daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kir, ku nêzîkî Efrînê nebe û hêzên xwe li gundê Helebê tenê belav bike û Efrînê ji artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyona Sûriyê re bihêle.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kir, ku nêzîkî Efrînê nebe û hêzên xwe li gundê Helebê tenê belav bike û Efrînê ji artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyona Sûriyê re bihêle.

Li gor rojnameya “El-Şerq El-Ewset” çapa Londonî, berî du rojan di serdaneke serkirdatiya leşkerî ya Rûsî ku nehatiye ragihandin de, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin nameyek ji Serokê Sûriyê Beşar Esed re birê kiriye û tê de xalên belavbûna hêzên Sûrî li bakurê Helebê diyar kiriye.

Li gor wê nameyê, Putin daxwaz kiriye hêzên Sûrî li 10 xalan li bakurê Helebê li nêzîkî Ezaz, Til Rifat, Nubil û Zehra ligel 7 xalên ku berê hene belav bike û ji bajarê Efrînê bidûr bikeve.

Herwiha Putin daxwaz kiriye jî, pêşeroja bajarê Efrînê ji rêkeftinên Rûsî, Tirkî û Îranî bihêle, ku berê wan her sê welatan li hev kirine ku Efrîn ji artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê re be.

Li gor zanyariyên K24ê jî, ji pêr ve hin otombîlên leşkerî yên Rûsî û Sûrî li navçeya Şêrewa ya Efrînê û li nêzîkî her du bajarokê Şîe Nubil û Zehrayê hatin dîtin. 

Herwiha hatiye aşkerekirin, artêşa Tirkiyê dê li 12 yan xalên çavdêriyê li gundên parêzgehên Heleb, Idlib û Hemayê belav bike û dê operasyona xwe ya li dijî Efrînê berdewam bike ji bo pevgirêdana devera “Operasyona Şaxa Zeytûnê” bi deverên “Mertala Ferêt” ve di navbera Heleb, Cerablus û navçeyên Idlibê de.

Li gor zanyariyên wê rojnameyê jî, berpirsekî ji rêjîma Sûriyê ev lihevkirin û xalên belavbûna hêzên Sûrî ji Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo re ragihandine, ku Şam Efrînê ji Tirkiyê re dihêle.

Di wê derbarê de, berî destpêkirina operasyona li dijî Efrînê, wê rojnameyê hûrgiliyên hevdîtineke sêalî di navbera Serokê Komîta Ewlehiyê ya Sûrî, Fermandarê Navenda Himêmîmê a Rûsî û Sîpan Hemo ve belav kiribû, tê de Sîpan Hemo rêkeftineke ji 3 xalan aşkere kiribû.

Her wiha li gor rojnameyê, Şamê dixwast bê Efrînê heta ku hatineke semolîk be, lê Moskoyê ev yek red kir, ji ber ku “Rêkeftina bi Enqerê re gelekî ji Efrînê mezintir e” li gor gotina berpirsê Rûsî.

Dema artêşa Sûriyê jî Hêzên Şeibî şande Efrînê, ji aliyê Tirkiyê ve hatibû topbarankirin, ku ev jî li gor ku berpirsê Rûsî ji Sîpan Hemo re gotibû, Rûsya ti piştgîriyê nade rêkeftina di navbera artêşa Sûriyê û YPGê de û cibicîkirina xalê wê rêkeftinê gaveke gelekî metirsîdar e.

Ev nameya leşkerî ya Rûsî ji Şamê re, wek amadekirina zemînekê ye ji bo xistina Efrînê di çarçova rêkeftina “Herêmên kêmkirina aloziyan” a di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de ye û berî civîna sêalî ya di navbera wan her sê welatan di 15ê vê mehê de li Astanayê ye.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji 20ê meha Çileya bûrî dest bi operasyona bi navê “Şaxa Zeytûnê” li dijî Efrînê kir, li gor dawî zanyariyan jî, piştî kontolkirina “Lîwaya 135 ” a 3 K.M li rojhilatê Efrînê, artêşa Tirkiyê gelekî ji bajarê Efrînê nêzîk bûye .

Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê îro di roja 51emîn de berdewam e, li gor dawî amarên Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê, ta niha zêdetir ji 23o welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 668 sivîlên din birîndar bûne.

Her li gor têgihêştinên Rûsî - Tirkî, rûbera operasona “Mertala Ferêt” a Tirkiyê li ser xaka Sûriyê û tevê Efrînê zêdetir ji 2100 K.M çargoşe ye.  

 

S. B