"Bizav hene ku Rûsya ji Civata Ewlekariya Navdewletî bê derxistin"

Mosko: Welatên rojava dixwazin Rûsya ji Civata Ewlekariya Navdewletî derxînin û piştre wê yekê wek çaksazîkirinekê di Civata Ewlekariyê de bidin xuyakirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê yekem yê serokê komîteya abûriyê di Perlemana Rûsya de Sergey Kalashinkov, ragihand ku behskirin pirsa (Sîxurê berê yê Rûsya û welatiyê Birîtanî) Sergey Skripall di Civata Ewlekariyê de, dikeve çarçoveya bizavên derxistina Rûsya ji wê Civatê, ku niha ew bizav ji aliyê welatên rojava ve tên kirin.

Sergey Kalashinkov got: "Daxistina astê pêwendiyên dîplomasî di nav London û Mosko de û derkirina 23 dîplomatkarên Rûsî, di nav yek hefteyê de, bi sedema jehrkirina wî sîxurî (Wekî ku serokwezîra Birîtanya dibêje), tê wê wateyê, ku welatên rojava dest bi bizavên tund kirine, daku Rûsya ji Civata Ewlekariya Navdewletî derxînin.

Kalashinkov diyar kir, ku "Rûsya piştî cenga diwem ya cîhanî, bû endama Civata Ewlekariya Navdewletî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve, niha jî bûye aliyekî bi bandor di wê Civatê de, ev jî ne li gorî dilê welatên rojava ye û êrîşên vê dawiyê jî li ser Rûsya di wê çarçoveyê de tên".

Wî perlemanterê Rûsî got jî: "Welatên rojava dixwazin ev sînaryoya bê wate biserkeve û piştre wê yekê wek çaksazîkirinekê di Civata Ewlekariyê de bidin xuyakirin".

Tevî ku Mosko red dike, ku destê wê di bûyerê de hebe û ragihandiye ku pêwîst e ew madeyên di bûyera jehrkirina wî sîxurî de hatine bikaranîn, ji bo Rûsya bên şandin daku lêkolînê li ser wan bike, lê Birîtanya jehrkirina sîxurê berê yê Rûsî, ku nasnameya Birîtanî pêre ye, dixe stiwê Rûsya de.

N.O